شعر ومتن کردی و فارسی
Gul Biro qeytan û çav bi kil Biskên dirêj li ser mil Bejina zirav rîhan şitil Te mal li min kire kavil Ji te pêva kes neket dil Ax ji derdê te gul Çavên reş dirêj mijgul Bêvil zirav wek nikil Heyrana herdu dêmgul Te ji min bir dil û aqil Sing boye wek du çiqil Nav ra dixwî çi paxil Berfa spî mîna kakil Ji min bir hemî hawil Çav li min bon şil û pil Dil boye kovan û kul Xwezî ez boma bilbil Bêhn bikira ew sorgul Bixwara ji wê simbil Li min vekira ew dil Bigirta dest û çepil Bi min ra bikira têkil Ax ji derdê te gul نظرات شما عزیزان: یک شنبه 7 خرداد 1391برچسب:, :: 14:48 :: نويسنده : hevydar
آخرین مطالب پيوندها تبادل لینک هوشمند نويسندگان |
||
|